ROMANA KURDÎ Nacî Kutlay Ez pir xemgînim kû li ser romanên Kurdî nikarim pir tiˆstan bêjim. Di vî warî de xeberdan wisa ne hêsa ye. Ji ber kû hejmara romanên Kurdî ne zêde ne. Em Kurd di warê edebîyata nivîsandî de pir ne dewlemendin, nemaze di rewˆsa romanên Kurdî de hêjî paˆs ve mane. Min dixwest kû di prosesa edebîyata Kurdî de cîyekî fireh bidim romanan û li ser vê babetê bikaribim hêjî zêde bipeyivim. Lê hêvîdarim kû ew demên bên, romanên Kurdî yê her zêde bibin û salên pêˆs de Kurdên firsetên fireh bibînin û minaqeˆse bikin. Yên kû ez zanim romanên Kurdî berî 1935'a çap nebûne. Li Erîvanê romana Erebê ˆSemo, "ˆSivanê Kurd" 1935'an de hat weˆsandinê. Pirtûkên din, wek Mem û Zîn, Dîwana Melayê Cizîrê û afrandinên olî hatibûn çapkirinê, lê romanên Kurdî negihîˆstibûn xwendewanan. Berî hertiˆstî, ez dixwazim di vî warî de çend pirsan bêjim. Min gelek caran ji xwe û hevalan pirsî, gelo çima helbest, çîrok û pirtûkên dînî hatin nivîsandinê, lê belê roman nivîsandin awqasî pêˆs de neçû? Bi dîtina min çend sebebên girîng hene. Yek, ew hemû dewletên kû Kurd tê de dijîyan, Kurdî nivîsandin ne serbest bû. Li Turkîyê qedehe bû, li Îran û Sûrîyê dem dem pir zehmet bû û li Iraqê her hêsan bû. Di vê rewˆsê de zimanê Kurdî firsetên pêˆs de çûyinê nedît. Enstîtû, çapxane û pirtûkxanên taybetî tunebûn. Lewra jî zimanê Kurdî, nemaze di nav Kurdên kû li Turkîyê dijîn, qels ma. Roman nivîsandin zimanekî dewlemend dixwaze. Meriv xwestinên xwe dikare bîne ser ziman, lê, teswîr, îfadekirina bi cî û tem, zimanekî her devlemend dixwaze. Wisa nebe, tem û lezeta afrandinan kêm dibe. Wek xwerineka bê xwê, bê tem, pê re kêfa merîya nayê. Kurdî bi xwe zimanekî dewlemend e, lê di nav xwendîyan de feqîr maye. Di bajaran de Kurdî bûye zimanê çarˆsî û bazarvanîyê. Ev ziman têra pêvîstîya jîyanê dike, lê her sal û her çûyî di hêlekê de jî feqîr bûye. Bo afrandinên çandî û edebîyatê ev Kurdîya me ya kû li bajarên Kurdîstanê de tê xeberdan, têrê nake. Tiˆstekî din jî heye, roman nivîsandin û xwendin karê civateka pêˆs de çûyî ye, xwendayên wî welatî gerekê zêde bin, ji xwendinê hez bikin. Gere em qebûl bikin kû, civata Kurdî di vî warî de gelekî ˆsûn ve maye. Jimara xwendîyan, di van salên dawî de hinekî zêde bûn. Hetanî meriv gelekî û him jî gele gelekî romanan nexwîne, bi xwe nikare roman binvîse. Mêjî gerek bi roman xwendinê têr bibe, tijî bibe, wê çaxê demek tê, meriv bi xwe jî dikare tiˆstên nû bîne holê. Lewra, ez têdigihêjim kû çima romanên Kurdî kêm in. Ez dixwazim bêjim kû, gelek astengên me yên din jî hene, ezê tenê wan bînim bîra we. Em Kurd cur be cur elfabeyan kar tînin. Taybetî Kurdên Turkîyayê herfên elfaba Erebî nizanin, ji ber vê yekê, ew romanên kû Kurdên Îranê, Sûrîyê anjî Iraqê nivîsîne, em nikarin wan bixwînin. Bi vî tehrî yên Sovyetîstan a berê ji bi tîpên Krîlî ne. Her çiqasî jî Kurdên Îran, Iraq, Rûsyayê û Sûriyê tîpên latînî bizanibin, dîsajî zehmetîyê dikiˆsînin, bi tîpên latînî re pir kêfxweˆs nînin. Xênjî van zehmetîyan, em dizanin kû, niha Kurd li hemû welatên Avrûpayê bela bûne, li wan deran bi halê penaberîyê de dijîn. Hinek ji van Kurdan roman anjî pirtûkên din dinivîsin. Lê belê pirtûk belav kirin di nav Kurdên Avrûpayê de nehatine organîze kirin. Lewra jî, romaneka Kurdî li van welatan kû çap dibe, dereng anjî qet nagihêje destê Kurdên kû welatên din de dijîn. Caran haya merîya jî qet pê nabe. Ev hal bi serê xwe astengeka mezin e. Di nav van astengîyan, yek jî eve kû, di Kurdî de zaravên me yên cur bi cur, ji hev dûr in. Yêk kû Soranî, Kurmancî anjî Zazakî binvîsin, gelekî ji hev fem nakin. Zaravên romanan girîng e, dema kû meriv wî zaravî baˆs nizanibe, meriv tem û xweˆsîya romanê hilnade. Kêfa merîya pê re nayê. Bo xwendin û nivîsandinê gere meriv wî zaravî baˆs bizanibe. Kovarên li ser edeb›yat û çanda Kurdî, yên merkezî kêm in. Ev kêmasîyeke mezin e. Yên heyî jî bi heremîn e, nagihêjin destên pir xwendewanan. Lewra jî gelek xwendewan ji romanên çapbûyî bêxeber dimînin. Di vî warî de înstîtu û rêxistinên kulturî kêm in û hewcedarîyê nikarin bînin cî. Zimanê Kurdî bi rîtm û dengê xwe ve, ji bo helbestan gelekî baˆs e. Yekê jî, tradîsyona helbest nivîsandinê di nav Kurdan de pir kevn e. Bi çend sed salan vir de helbestên devkî hatine gotinê û nêzîkî 7-8 sed salin kû helbestên nivîsî di edebîta Kurdî de cîh girtîye. Ji bo wê jî, helbest nivîsandin her hêsa ye, em Kurd him ji bo aheng, rîtm û dengên wê yî kû hez û kêfê dide însanan, gelek helbest hatine nivîsandin. Kêm kesan berê xwe dane nivîsandina romanan. Lê belê, gere em tu carî bîrnekin kû ji bo van kêmasî û astengan yek çare heye, ew jî her zêde Kurdî bixwînin û binvîsin. Van zehmetî û astenga, yek ji nivîskarên Kurdên Sovyetîstan a berê, Çerkezê Reˆs di pêˆsgotina romana Elîyê Evdirrehman "ˆSer Çîyada" bi vî tehrî tîne ser ziman: "...Pirs ewe, wekî roman janra lîteraturîyê ye here giran, çetin û sexte." Hine nivîskar bi eslê xwe ve Kurd in, lê, afrandinê xwe bi taybetî Tirkî, Farisî, Erebî, Rûsî anjî bi zimanekî din nivîsîne. Naverokên van berheman di derheqê Kurdan bin jî, wek edeta dinê, ev kesan û ev pirtûk û romanan "berhemên Kurdî" nayên qebûl kirin. Nivîskarên wisa, yên bi gelek giranbiha di wan hemû welatên kû Kurd tê de dijîn hene. Ne hewceye em yek yek navên van hunermendan bêjin. Lê ev hevalên bêhempa, bi qedr û qîmet in, bi kîjan zimanî nivîsîne bi wî tehrî "nivîskar" tên qebûl kirin. Di jîyana hemû gelan de demek hatîye, pirsên civakî, yên gundîtîyê li pêˆs hemû pirsan ketîye. Ji ber vî sebebî, ev babet, gundîtî di romanan de cîh girtîye. Lê jîyan kû hatîye guhartin û ber bi bûrjûwazîyê -bazarvanîyê- çûye, vê guhartinê xwe di hemû curên edebîyatê de nîˆsan daye, her wisa, di romanan de jî. Ev naverok guhartin ne bi xwestina me dibe, ji ber zordayîna jîyanê ev bûyer pêk tên. Bi ya min, ev tiˆst yê di edebîyata Kurdî de jî wisa bibe. Ana durifê "gundîtî"yê li ser edebîyata Kurdî ye. Meriv ku li roman, çîrok û helbestên Kurdî dinhêre, vê rastîyê dibîne. Hela edebîyatê bidin alîkî, babeta gundîtîyê xwe pir alî ve nîˆsan dide. Hûn navên me yên "anonîm" binihêrin, "Gundî, Gavan, ˆSivan, Çîya, Berxvan..." navên herî zêde ne. Ev tiˆstekî pir normal e kû edebîyata me jî demeka dûr-dirêj wê "gundî" be. Civat kû pêˆs de diçe, meriv hêdî hêdî ferq dike kû lîteratura wê civatê jî, ne bi lez be jî, pêˆs de diçe û tê guhartinê. Έsaretên guhartinê di nav edebîyata Kurdî de xwe dide xuyakirin. Guhartina edebîyatê di pey guhartina civatê xwe nîˆsan dide. Lê bi pîvanên navnetewî ve, ez romanên Kurdî qels dibînim. Rohat, ji bo Kurdên kû kêmasî 20 mîlyon in û meriv tenê dikare navên qasî 20 romana bîne ser ziman, wêya kêmasîke mezin dibîne. Lê dîsajî di kovara "Nûdem"ê de pêˆserojên gelekî tarî nîˆsan nade. Nivîskarê romana "Labirenta Cinan" Hesenê Metê di hempeyîvîna xwe ya di Nûdem'ê de, di vî warî de awha dibêje: "...Kêm zêde romana Kurdî jî di rewˆsa çîroka Kurdî de ye..." "...Em vegerin ser romanên xwe. Min berhemên hêja bi Kurdî jî xwendine. Lezeta roman û novelên kû min ji pênûsên biyanî girtîye, di berhemên Kurdî de jî ez rastî wan lezetan hatime. Lê mixabin, hebûna nivîskarekî û romaneke bi vê lezetê ji bo min têr nake kû ez behsa romana Kurdî bikim û bidim ber romanên navnetewî..." Yekî kû di nav Kurdan de pirtir roman nivîsîye, Memet Uzun e. Ew di vî warî de rojên pêˆs ronahî dibîne. Ez dikarim bi kurtî hinekî jî qala van romanên kû min bi destxistine û xwendine, anjî yên kû derheqê wan de zanadarîya min heye, bikim. ROMANÊN KURDÊN SOVYETÎSTANA BERÊ Ez dikarim bi taybetî çend xûsûsîyetên wan nivîskar û romanên wan bêjim. Gelekên wan Kurdên Osmanî bûn û piˆstî ˆSerê Dinyayê yî Yekemîn ji Kurdîstana Tirkîyayê, derdora Qers'ê, Wan'ê û wîlayetên din revîbûn, çûbûn Ermenîstan û Gurcîstanê. Hema giˆst jî Kurdên Ezdî ne. Serpêhatîyên xwe de dibêjin kû, "em ji ber zora Romê revîyan." Naveroka berhemên wan gelek cara li ser wê demê ye. Piˆstî wan rojên bi birçîbûn, rev û qirbûnê, di bin rejîma sosyalîzmê digihêjine jîyaneka bêtirs û baˆs. Dibistanên Kurdî de dixwînin û radyoyên Kurdî guhdarî dikin. Piranîya romanên wan di vê naverokê de nin. Wek nivîskarên din li Sovyetîstanê, ew jî sosyalîzmê meth û sena dikin. Bi ya min di vî warî de hinekî jî pêˆs de diçin û wê çaxê lezeta van romanan kêm dibe. Lê ev eˆskere ye kû, romanên Kurdî berê pêˆsîn bi destên Kurdên Sovyetê tênê nivîsandin. Yê herî ewil jî Ereb ˆSamîlov e. Ji bo wî gelek kes "Bavê romanên Kurdî" dibêjin. R o m a n ê n E r e b ˆS a m î l o v: Di romanên xwe de xezanî, feqîrî û jîyana Kurdên wê demê -salên piˆstî ˆSerê Dinya yî Yekemîn- tîne pêˆs me. Bindestî, feqîrî, rojên reˆs û dîsa di wê demê de dilˆsahî, azadî û hêvîkirinê wek sêveka tirˆs bi me dide xwarinê. Romana wî ya ewlîn, "ˆSivanê Kurd" e. Serpêhatîya nivîskar bi xwe û rewˆsa Kurdan di romanê de bi hev re diçe. Roman li Erîvan'ê sala 1935'an de çap bû. 1978'an de li Estenbol'e hat weˆsandin. Paˆsê ˆSivanê Kurd bi navê "Berbang" dîsa li Erîvan'ê, 1959'an de çap bû. Roman serpêhatîya Ereb ˆSemo ye. Romana "Jîyana Bextewar" û "Hopo" li Erîvan'ê 1969'an de di "Beravok"ê de çap dibin. Kurdên koçer ji Turkîyê çawa direvin tên Sovyetîstanê û paˆsê rojên qenc dilˆsayîyê dibînin, naveroka van romanan e. Ereb ˆSemo behsa jîyaneka nû, pêˆs de çûyin û avakirina sosyalîzmê dike. Romana wî ya çara "Dimdim" 1966'an de dîsa li Erîvan'ê çap dibe. Romaneka dîrokî ye. Li Kurdîstana Îranê, Xanê Kurd Lepzêrîn -Çepzêrîn- bi çend eˆsîrên din ve dijî ˆSahê Îranê Ebbasê Duyem re ˆser dike. Kurd di kela Dimdimê de, Îranî ava wan dibirin, lê jin, bûk û mêr heta mirinê ber xwe didin. Romana Dimdim li Swêdê sala 1983'an de dîsa çap bû. E l î y ê E v d i r r e h m a n Romana "Xatê Xanim" 1958'an de hate weˆsandin. Li ser kurdên Tirkîyayê hatîye nivîsandin. Xatê Xanim Dersimî ye, mêrê wê kû dimre, wek mêran eˆsîra xwe rêva dibe û dijî dewletê ˆser dike. Romana "Gundê Mêrxasa", dîsa rewˆsa Kurdên kû li Tirkîyayê piˆstî ˆSerê ˆSêx Seîd penaber bûn hatin Sovyetîstanê, pêˆsberî xwendewanan dike. 5700 mal mihacir dibin. Di Sovyetîstanê dergê xêrê, xweˆsîyê, xwendin û pêˆs de çûyinê dibînin. Lê bi ya min di vê romanê de Elîyê Evdirrehman xwe dike zehmetîke giran, dema kû Xezal a keça serokê eˆsîrê dike komînîstê ciwan -komsomol-, bi destê wan rêxistinên sosyalîstî pêˆsberî xwendewanan dike. Ev roman jî li Erîvan'ê, 1968'an de çap bû. Romana "ˆSer Çîyada", 1989'an de li Erîvanê hat weˆsandin. Elîyê Evdirrehman ji bo naveroka vê romanê bi xwe dibêje kû: "... Eva nemaze li ser ˆserê Kurdan, di nav salên 1928-1930'an li bereka Girîdaxê ye, wekî Kurdan nava wan salan da li pêˆsa Girîdaxê ˆserekî çawayî giran danîne..." Meriv ji nivîskar û pêˆsgotinê fem dike kû gere ev roman du pirtûk bin. Di ya duemîn de li ser rêvabirên ˆSerê Girîdaxê Îhsan Nûrî û Biroyê Hesikê Tellî bihata nivîsandinê. Lê mixabin ev pirtûk derneket û nivîskar çû ber rehma Xwedê. Qehremanê yî sereke di romana ˆSer Çîyada ˆSêx Zahir e. Min bi xwe jî derheqê ˆSêx Zahir de gelek tiˆst bihîstin. Meta min Besê di nav ˆSerê Girîdaxê de bû, her tim qala ˆSêx Zahir û Simbil'ê dikir. Simbil qîza Mehmûd Begê Torina Mala Kose bû. ˆSêx Zahir Simbil bi zorê revandibû. Simbil'ê ev yek qebûl nekir û xwe bi tivinga ˆSêx Zahir kuˆst. Wê demê meta min jî li wir bû. Ev bûyer di romanê de tunin. Roman ˆSêx Zahir bi tehrekî din nîˆsan dide. Bi ya min ev ˆsaˆs e, xeletî ye. Di romanên dîrokî de meriv "ˆsexsan" û "qehremanên romanê" nikare bi tehrekî din nîˆsan bide. Taybetî qehreman kû di nav xelqê de yekî nas be, meriv nikare ˆsexsîyetê wî biguhurîne. ˆSêx Zahir nexwendîbû, li hêla Qersê û Girîdaxê bû. Di romanê de yekî xwendî ye û hezkirîya xwe, li Wan'ê ji dibistanê hildide, tên Girîdaxê û bi tev ˆser dikin. Ya din, Elîyê Evdirrehman di romanê de Kurdan gelekî qehreman nîˆsan dide û Tirkan bi zanebûn nebaˆs pêˆsber dike, lê dawî yê de nikare bo serneketina Kurdan re sebebên taybetî bibîne... Hêlek bi sîlah û jimar zêde ne, bi top û balafir in. Lê di romanê de Kurd wisa qehreman in kû meriv tênagihêje kû çima Kurd bindikevin. Nivîskarê ezîz Elîyê Evdirrehman di 1984'an de di hempeyivîneka xwe de eˆskere kir kû li ser romanekê kû bi navê "Murtule Beg" dixebite. Lê mixabin kû em nizanin ev xebata çi bû. Ji bo Murtule Beg'ê nivîskar, "çawa tê zanîn ew xweˆsmêrê navça Mûksê bû..." dibêje. Romana H e c î y ê C i n d î "Hewarî" di sala 1967'an de li Erîvan'ê çap bû. Di vê romanê de jî naverok ew Kurdên kû ji Tirkîyayê koç dikin û diçin Ûrisetê nin. Belengazî, zordestî û tedaya kû dibînin, bi zimanekî zelal hatîye nivîsandin. Romana S e î d ê Î b o "Kurdên Rêwî" jî li Erîvan'ê sala 1981'an de ket destên xwendewanan. Çawa min di destpêkê de gotibû, ev roman jî qala Kurdên ji Tirkîyayê direvin diçin Ûriset'ê û Sovyetîstan'ê dike. Kurdên bêsitar, mal-milkên xwe, hemû tiˆstên xwe bi cî de dihêlin, dixwazin xwe xelasbikin. Paˆsê tevî avakirina Sovyetê û jîyana nû dibin. Romana piçûk "Dê û Damarî" bi alîyê E g î d ê X u d o hatîye nivîsandin. Bi ya min gelek heyfe kû vê romana modern, bi naveroka xwe ve pirr dewlemend, pedagojîk û felsefî, bala xwendewanan zêde nekiˆsandîye. Di ˆSerê Dinyayê yî Duemîn de xelqên Sovyetîstanê bi dil û can diçin tevî ˆser dibin. Dê û bavê Aleksander -Kurd ji wî re Îsko anjî Îskender dibêjin- jî diçin ˆser û Îsko zarokekî çend mehî ye, di gundekî Kurdên Êzdî de mezin dibe. Hebûna dê û bavê xwe nizane û wek yekî Kurdên Êzdî dijî. Di romanê de dîya Îsko ya rastî û dîya wî ya Kurd bi dîtinên însanî û terbîyetên modern pêˆsberî me dibin. Roman li Erîvanê 1986'an de çap bû û îsal bi tîpên latînî li Swêd bi tev pirtûkên Nûdem'ê hat weˆsandin. ROMANÊN KURDÊN SÛRÎYÊ Romana B a v ê N a z ê "Çîyayên Bi Xwînê Hatine Avdan" anjî "Çîyayên Bi Xwîn"; ev roman cara pêˆsîn ji Kurdî hatîye wergerandinê û Erebî çap bûye. Paˆsê ji Erebî, bi Rûsî hatîye wergerandin û 1981'an de li Moskova'yê çap bûye. Prof. M.S.Lazaref pêˆsgotineka giranbiha nivîsîye. Bavê Nazê bi eslê xwe ji hêla Merdîn'ê ye, di vê romana xwe de asteng û problemên Kurdên wan hereman nîˆsanî me dide. Xortekî cotkar, hiˆsyarbûna însanan, xwestina jîyaneka nû û pêˆs ve çûyî xwe pêˆsdar dike. Qehremanê romanê Çeto, di civatê de, gundîtî û bajarvanîyê, olperestî û kevneperestîyê datîne pêˆs me û li pey nûbûnê digere. Romana duemîn ya Bavê Nazê, "Stokholmê Te Çi Dîtîye Bêje", piˆstî kuˆstina serok vezîrê Swêd Olof Palme hatîye nivîsandin. Di romanê de Bavê Nazê, gelek gotinên pêˆsîyan û fikrên gelerî tîne bîra me. Qala gelek dîtinên felsefî tê kirinê. Biyanî û Swêdî bi çi tehrî difikirin gele caran, ew cuda dîtin û çandên cuda li ser însanan bi çi tehrî tesîr dikin, em di vî warî de digihêjin çend xeleqên nû. Çi heyf kû, di ber sebebên kû min di rûpelên berê de gotibû, ez kêm roman nîvîskarên Kurdên Sûrîyê nasdikim. Wisa tê xuyanê kû jimara wan ne pirr in. Yên kû min bîhistine, lê belê romanên wan nexwendine, yek A z a d B a v ê ˆS e h î n e, romana "Yên Perîˆsan" nivîsîye û ev roman 1991'an de li Beyrût'ê çap bûye.Yê din jî X e m g î n T e m o ye. Vî hevalî jî romana "Pala Bê ˆSop" nivîsîye. ROMANÊN KURDÊN ÎRANÊ Ez gelekî li berxwe dikevim û xemgîn im kû ez nizanim Kurdên Îranê çi roman nivîsîne. Tenê haya min heye kû Rehîmê Gazî romanek bi navê "Pêˆsmerge" nivîsîye. ROMANÊN KURDÊN ÎRAQÊ Ez dixwazim rexnekê li ser Kurdên me yên Îraqê bêjim. Ev 75 salin, mecala wan bi Kurdî nivîsandin heye û dibistanên Kurdî û dezgehên kulturî hene. Gelek rojname, pirtûkên helbestan û dîrokî hatine nivîsandin. Lê belê roman di nav wan de pêˆs de neçûye. Romana "Jana Gel" bi alîyê Abûqat, nivîskar û sîyasetvanê bi nav û deng Î b r a h î m E h m e d hatîye nivîsandin. Elî ˆSêr ev romana Soranî wergerandîye Kurmancî û 1992'an de li Stockholmê çap bûye. Nivîskar Sebrî Botanî, di kovara Nûdem, hejmara 9'an de dinvîse kû: "...Lê her çawa be, lê mala Elî ˆSêr ava be kû wî pirtûk ji Kurdî wergerandîye Kurdî..." Nivîskarê romanê Îbrahîm Ehmed di hevpeyvînekê de qala romanê dike: "...Min rast û rast nikaribû behsî gelî Kurd û Kurdîstanê û raperînên wê bikim. Ji ber kû qedehe bû. Loma min bi mebesta Kurdîstanê di romanê de behsî ˆsoreˆsa Cezayîrê kir, mîna kû bûyer û hedîse li Cezayîrê dibihure û min roman pêˆskêˆsî ˆsoreˆsgerên Cezayîrê kir..." -Kurdîstan Press,hejmar 89- Îbrahîm Ehmed 20.06.1969'an de dibêje kû, "Di Nîsana sala 1956'an de min dest bi nivîsandina vê romanê kir." Ji ber sansora rejîma Nûrî Seîdê kevneperest û polîsên wî, Îbrahîm Ehmed "cî, wext û navên qehremanên romanê" eˆskere nekirîye. Bi alî serpêhatîya qehremanê romanê Camêr, em pirr tiˆstan hîn dibin. Hîˆsyarbûn, heps, îˆskence, demonstrasyon û hêzbûyîn... Halê sîyasî, aborî û civakî wek neynikekê tên pêˆs me. Di van salên dawîyê de kek Îbrahîm Ehmed romanek din nivîsî, di van nêzîkîyan de çap bûye. Bi zaravê Soranî ye. Lê çi heyf, ez derheqê vê romanê de nikarim tiˆstekî bêjim. Navê wê jî nizanim. H u s e y î n A r î f, zêdetir çîrokan dinivîse, lê romanek bi navê "ˆSar" jî nivîsîye. Roman qala civata bajarê Silêymanîyê û dîroka vî bajarî dike. M i h e m e d M u k r î jî romanek nivîsîye û navê wê "Herest" e. Naveroka romanê li ser ˆSoreˆsa Mele Mistefa Berzanî ye. Min ev herd romanên dawîyê nedîtin û nexwendin. Bi tîpên Erebî ne û Soranî hatine nivîsandin. Ev astenga girîng mecal neda kû ez wan bixwînim. ROMANÊN KÛ KURDÊN TURKÎYÊ NIVÎSÎNE Waxta meriv qala roman nivîskarên Kurdên Turkîyayê dike, berê pêˆsîn M e m e t Û z û n tê bîra merîya. Li ber sebebên kû min di destpêkê de qal kiribû, nivîsandina romanên Kurdî li Turkîyê pirr gereng destpêkirîye. Eger ˆsaˆs nîn bim, ya herî ewlîn, romana Memet Ûzûn bi navê "Tu" ye. Memet xwastîye romanê bi curekî modern binvîse. Lewra, ne bi tehrê klasîk e romana Tu. Rewˆsa xelqê me Kurda kû li gundên derdora Sîweregê dijîn, tên ser ziman. Nûbûn, dîtinên ciwanan û yên bi sal zêde dide ber hev. Caran dîtinên felsefî dike tev. Romanê bala gelek kesî kiˆsand, lê ne bi tehrê romanên kû heta niha Kurdan xwendibûn, lewra bi gelek kesan re jî "ecêb" hat, lezet û tem jê negirtin. Έskence û ruhîyeta girtîkî tê analîz kirin. Roman 1984'an de li Stockholmê çap bû. Lê Memet Ûzûn xebatên xwe yên li ser roman nivîsandinê her pêˆs de bir. Naverokên romanên xwe ji kesên dîrokî yên Kurdan digirt. Wek li ser jîyana Dengbêjê bi nav û deng Evdalê Zeynikê, Sekreterê Xoybûnê Memdûh Selîm û hîmdarê elifbaya Kurdî ya latînî, zimanzanê mezin Celadet Bedirxan roman nivîsî. 1987'an de romana Memet Ûzûn ya duemîn dîsa li Stockholmê çap bû. Navê wê, "Mirina Kalekî Rind" bû. Di vê romanê de kultûra Kurdan, ya nesla kevn û nû tîne pêˆs hev. Ev herd çîn bi hev re ˆserekî bêdeng dikin... Memet Ûzûn, tradîsyona kevn û nû nîˆsanî me dide. Tradîsyona nû bi çi tehrî dixwaze li ser bikeve? Xetatekî kal, qehremanekî romanê ye. "Kalo" û qehremanê din yê ciwan jî Serdar Axad e. Kalo yê xetat afrandinê Melayê Cizîrê bi destên xwe yên hunermend neqiˆsandîye. Dawîyê de hatîye li gundekî de cî bûye. Wek yekî penaber e. Bilûrê, tebîetê, rindîyê û baˆsîyê hez dike. Di romanê de halê penaberîyê, mihacirîyê tê analîz kirin. Meriv halên wanên hîssî û ruhî dixwîne. Di van herd romanên Memet Ûzûn de taybetî hinek kes û bûyer ne zelal in. Lê di romana xwe ya sêemîn de ji "anonîmî"yê derdikeve, her tiˆstî eˆskere û zelal dide pêˆs me. Romana sêemîn, "Sîya Evînê" ye. Qehremanê romanê Memdûh Selîm e. Memdûh Selîm ji hêla Wanê ye. Li Estenbolê ronakbîr û welatparêzekî Kurd e. Paˆsê, dema kû Cûmhûrîyeta Tîrkîyê ava dibe, diçe li Sûrîyê cî dibe. Kesekî modern e. Yek ji hîmdarê Xoybûn'ê ye. Li wir keçeka Çerkez hez dike, lê wê demê berê xwe dide Ararat'ê -Girîdaxê-, tevî ˆSoreˆsa Araratê dibe. Piˆstî belavbûna ˆSoreˆsa Araratê vedigere. Lê dibîne kû keça Çerkez bi yekî din re zewicîye. Di romanê de rewˆsa ciwata Kurd, rêvabirina ˆSoreˆsa Araratê û evîna keça Çerkez xweˆs hatîye pêˆs xwendewanan. Romana Memet Ûzûn ya çaremîn, "Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê" ye. Evdalê Zeynikê dengbêjekî gelekî bi nav û deng e. Ji derdora Araratê, Elaˆsgir, Qereyazî, Milazgir û Dutax'ê ye. Bi tehrekî din kû ez bêjim, Evdalê Zeynikê hembajarîyê -hemˆsehrî- min tê hesab kirinê. Em serhedî, derheqê wî de gelek tiˆstan zanin. Bi kurtayî dikarim bêjim, ew qurna 19'an de jîyaye. Dengbêjê Surmelî Memed Paaˆsa bû. Surmelî Memed Paˆsa li Elaˆsgir'ê -Toraqqelê- rûdiniˆst. Begê Serhed'ê yî mezin bû. Bi eskerên xwe ve çû alîkarîya Siltanê Osmanî kir li Kozan'ê, ˆserê Kozanoxlî kir. Li ber germa Edenê pirr kesên wî qir bûn. Kilama "Li Xozanê...Li Xozanê" li ser vê bûyerê ye. Dengbêjekî navdar, navê wî Silê, xelqê Dîyarbekrê re bi kilaman ve ber hev didin, dikevin lecê. Ava reˆs tê li ser çevên Evdalê Zeynikê. Demeke dûr-dirêj Evdalê Zeynikê êdî nabîne. Navê kurê wî Temo û jina wî Gulê ye. Qulingekî topal û bask ˆsikestî xwe re dike heval û quling pak dike. Kilamên xwe li ser "Quling, Temo, Gulê û tebîetê" gotîye. Di romanên Yaˆsar Kemal de, pirr caran qala Evdalê Zeynikê tê kirinê. Lê di romana Memet Ûzûn de qala bûyerên Surmelî Memed Paˆsa û ˆserê Kozan'ê nayê kirin. 1935'an de yên kû kovara Hewar'ê derdixin, du bira Celadet û Kamûran Bedirxan Beg dixwazin kû hevalên wa yî dengbêj Ehmedê Fermanê Kîkî qala Evdalê Zeynikê bike. Ev bûyerên romanê ji alî Ehmedê Fermanê Kîkî hatine gotinê. Roman nîˆsan dide kû "edetên dengbêjîyê" gere bijîn. Ji bo vê hewildanek heye. Ji dema Evdalê Zeynikê heta bê bigihêje Ehmedê Fermanê Kîkî, çi guhartin bûye û van edetan çi tehrên nû girtine? Lê ez dixwazim tiˆstekî din bêjim, di romanên dîrokî de, dema kû jîyana kesên bi nav û deng tênê nivîsandin, gere meriv van ˆsexsan bi raste rast bide pêˆs xwendewanan. Zêde an kêm kirin neheqî ye. Bi kêfxweˆsbûn haya min bû kû Memet Ûzûn romaneka pêncemîn nivîsîye, yê li Turkîyê çap bibe. Naveroka romanê, jîyana Celadet Bedirxan e û navê wê, "Bîra Qederê" ye. Tê zanîn kû Celadet Beg li Sûrîyê bîreka avê dida kolandinê, ew li cem bîre bû, erdê bîrê kû hulˆsîya, Celadet Beg birîndar bû û çû ber rehma Xwedê. Di vê romanê de jîyana Celadet Begê, dîroka malbata Bedirxanîyan û dawîyê de çilo ji dîrokê radibin, tê pêˆsber kirin. Romana M e h m û d B a k s î "Hêlîn" li Stockholmê 1984'an de çap bû. Serpêhatîya Hêlîn'ê, ya qehremanê romanê, bi zimanekî xweˆsik hatîye nivîsandin. Ji ber zordestîyê, malbata Hêlîn'ê, ji Turkîyê, bi sînoran ve direvin diçin Lubnan'ê û ji wir jî diherin Swêd'ê. Roman bi kêfa dilê ciwan û xortan e. Tirs, zehmet û xeterên li ser sînoran pirr baˆs tê tesfîr kirin. Rohat, van beˆsan "edebîyata li ser sînoran" qebûl dike. Romana Mehmûd Baksî, ya duemîn, "Gundikê Dono" ye. Dora 1950'an, traktor û motor kû dikevin gundên Xerzan, jîyan jî tev li hev dibe. ˆSerê gundî û axan zêde dibe. Di vê romanê de ev meselên nûhatî tên pêˆs me. Rewˆsa jinan, ya zehmet û zewaca wan a bêdil tê li ser ziman. Mehmûd ciwata kurdî baˆs nasdike. H e s e n ê M e t ê jî romana "Labîrenta Cinan" nivîsîye û 1994'an de li Stockholmê çap bûye. Qehremanê romanê mamoste Kevanot e û roman li serpêhatîya wî hatîye avakirin. Ev mamosteyê îdealîst tê li dibistana, gundekî de kar dike û demekê ˆsûn de dîn dibe, tê li ser rîya gundîyan. Qil û qalên gundîyan, ayîn û bûyerên mîstîk hêdî hêdî mamoste jî wek wan dike. Ev romana sosyo- psîkoljîk numûneyeka pêˆsîn e, pirsegirêkên Kurdî, yên civakî û psîkolojîk tên ser ziman. Meriv kû romanê dixwîne analîzên Gogol, Çehov û Dostoyewskî tên bîra merîya. ˆS a h î n ê S o r e k l î eslê xwe ve ji Sîwereg'ê ye, li Sûrîyê cî bûye û ana jî li Awûstralyayê dijî, romanek bi navê "Wundabûn" nivîsîye. Di romanê de dijî "nezanîn"ê disekine. Ji bo serketinê zanebûn lazim e. "Sûcê kêmasî û bêçarebûna yê bindest" derdixe pêˆs. Di vî warî de carcaran ji heywanan mînak dide. M e d e n î F e r h o jî di van nêzîkîyan, dawîya sala 1994'an de romana xwe "Berxwedan Jîyane" çap kir. Min bi xwe hela hê roman nexwend, ji ber kû min li Swêdê destnexist. N a c î K u t l a y 1988'an de li Stockholmê bi navekî anonîm -Nûrî ˆSemdîn- romana "Zevîyên Soro" pêˆskêˆsî xwendewanan kir. Derdora 1950 de, dema kû makîne û traktor nû dikevîn li gundên Kurdan, ˆserê axa û gundîyan, li ser erdê her pêˆs de diçe. Li gundê Tendûrek'ê de berê Ermenî jî hebûn. Di ˆSerê Yekemîn î Dinyayê de ew hatin kuˆstin û sirgûn kirin. Erdên wan jî ket destê axayên Kurdan. Romaneka axa,gundî, zordestî û bertîl xwarina rêvabir û memûran tê nîˆsandanê. Abûqatên durû, bajarvanîyên kû gundîyan dixapînin hene di romanê de, lê hiˆsyarbûna gundîyan û Fata Jinebî jî heye. Romanê gere di demeka din de dom bikira, min ev pirs da xwendewanan kû wê jî binvîsim, lê hela hêjî min pirsa xwe nehanî cî. Derheqê hinek roman nivîskar û romanên wan de dibe kû min çend nav bîrkirin. Lê yên kû ez dizanim evbûn. Di nav me Kurdan de nebûye edet kû em li ser romanan dîtinên xwe û krîtîkên îlmî binivîsin. Rohat di vî warî de hewil dide xwe kû vê bêdengîyê biˆsikêne. (c) Nacî Kutlay