NIRXANDINA EDEBIYATÊ Lokman POLAT Beriya 1980î berhemên edebî yên Kurdî kêm bû. Nivîsên li ser edebiyata Kurdî pirr kêm -car carna- dihatin weˆsandinê. Lê piˆstî 1980'yî û bi taybetî jî di salên nabeyna 1985 û 1995an de gelek berhemên edebî -li welêt û li derveyê welêt- hatin afirandin, bi sedan nivîsên li ser bi gelemperî edebiyatê û bi taybetî jî edebiyata Kurdî hatin weˆsandin. Ziman, çand û edebiyata neteweyek hebûna wê neteweyî ye. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wî neteweyî ye. Edebiyata Kurdî a bi devkî gelek xurt e, dewlemend e. Edebiyata nivîskî zeîfe, lê di van salên dawîn de, edebiyata nivîskî jî ber bi pêˆs dikeve, pêˆsve diçe, dewlemend dibe. Edebiyat di jiyana gel û neteweyan de bûyerên ku li ser jiyana civakî bandora xwe dike, bi hawayekî hizn, hest û bi sîmgeyan, bi taswîran, bi gotinan yan jî bi nivîskî tête pêˆskêˆskirin. Di edebiyatê de ziman bingeh e; ziman nebe edebiyat nabe. Lê, dewlemendiya zimên jî bi têkiliyên bi edebiyatê ve girêdayî ye. Bi karanîna zimanê edebî, ew ziman hîn pêˆs dikeve, bi goˆst û xwîn dibe, bi ruh û can dibe, jîndar dibe. Pêˆs ve diçe. Yên ku di berhemên edebî de ziman bi hostatî bi kar tîne û bi zimanekî dewlemend bûyeran li hev dihone, nivîskarê/a berhemên edebî bi xwe ye. Nivîskarên berhemên edebî di her demî de, bi kultur û zanyariya xwe zanayên dema xwe ne. Di hemû berhemên edebî de tezek heye, mesajek heye. Kî dikare bibêje ku berhema nemir ya netewa Kurd, Mem û Zîn bê mesaj e, bêtez e. Çalakiyên edebî bi afirandina berhemên edebî xwe dide xuyakirin. Di her demî de yên ku bi hêzên tarî re ˆser dikin, têdikoˆsin rewˆsenbîr û hunermendên pêˆsverû ne. Di vê têkoˆsînê de, di gelek welatan de bi sedan nivîskar û rewˆsenbîr dikevin zîndanan, hinekên wan jî têne kuˆstinê. Berhem û jiyana wan nivîskaran ji neslên dahatû re, ji pêˆserojê re dibe mînak. Di nirxandina edebiyatê de tiˆstê herî bi xeter sektarîzm e. Sektarîzm ˆsêweyekî nihilîzmê ye. Hemû tiˆstên berê înkar dike û dixwaze dîtinên xwe bi zorê bide qebûlkirin. Rasteqînî bi înkarê dernakeve holê. Rasteqînî bi yekîtiya nakokiyan tê fêmkirin. Doxmatîzm li pêˆsberê pêˆsveçûna edebiyatê asteng e. Di doxmatîzmê de guhartin û xwenûhkirin tûne ye. Kesên doxmatîk di nav lêgerînê de nînin. Di edebiyatê de ala herî ber bi pêˆs realîzma modern e. Realîzma nûjen yek alî nîne, pasîf nîne, aktîf e, bi tesîre, fêr dike. Realîzma nûjen xwe ji doxmatîzmê û demagojiyê diparêze. Realîzma nûjen, baˆsiyê, rindiyê, bedewiyê derdixe pêˆs. Ew her tim hêviyê dijîne. Di edebiyatê de realîzm, bûyerê, mewziyê, wakîayê wek xwe, di nav herikandina bûyerê de dayîn e. Hinek berhemên edebî hene, ku ji bo mirovên di dema xwe de hatine nivîsandin. Lê, ev berhemên nemir him ji bo wê demê, him ji bo dema me û him jî ji bo dema pêˆserojê jî berhemên edebî ne. Mem û Zîn, Don Kîˆsot, Þer û Aˆsîtî û hwd, berhemên weha ne. Edebiyat; ji helbestê hetanî çîrokê, ji dastan û menqîbeyên olî hetanî romanê têt avakirin. Ev hemû ˆsaxên edebiyatê bi hevdu ve girêdayîne û bingeha wan li ser hunera çîrokkirinê -hîkayekirinê- ava dibe. Helbest jî, roman jî, Þano-tiyatro- jî, senaryo jî, hîkayetkirin e -çîrokkirin e. Ji xwe hunera edebî, qalkirin e, hîkayekirin e. Cudahîbuyîna wan di teknîka hîkayekirinê de ye. Edebiyat biriqandina -yansitma- jiyana jîndaran e. Di edebiyatê de tîp û qarekter cîhekî girîng digire. Di nav ˆsaxên edebiyatê de ya herî kevn helbest e. Helbest wek nesîr dûz nîne. Bi pîvan e, bi wezn e. Helbest bûne kilam û stran, bi muzîkê hatine xwendin û gotin. Roman hêj nûh e. Sê asir berê hatiye avakirin. Di esra 18 û 19an de gihîˆstiye kemala xwe. Roman hêj jî ber bi pêˆs ve diçe, bi teknîkên nûh dikemile. Di romanan de têkiliyên mirovan -însanan- yên bi hevdu re û bi xwezayiyê re bi hawakî berfireh û bi teferuat têt qalkirin, bi hunerî tê hîkayekirin. Di nav van têkiliyan de; ji pirsên ruhî hetanî rewˆsa aborî û gelek munasebetên din hene. Di hîkayekirina evîndariya du ciwanan de munasebeta civakî ya wê deverê, wê heremê heye. Roman vekirin û derketina holê ya munasebeta civakî ye. Roman keˆsifekî nûh e, îcatekî nû ye. Teknîka avakirina wê tim tê guherandin, tê nûhkirin. Firqa di navbera roman û çîrokê de nîcel nîn e, nîtel e, wesf e. Herçiqas hinek kurteroman jî hebin, lê di esasê xwe de roman dirêj e. Di çîrokê de bûyerek an jî hinek bûyer hene, lê di romanê de gelek pirr bûyer hene û ev hemû bûyer dikevin nav hev û li hevdû têne honandinê. Çerçeweya çîrokê bi sînor e, teng e, lê ya romanê fireh e, bûyer di gelek cihan de derbas dibe. Di çîrokê de ˆsexs hindik in, di romanê de ˆsexs pirr in. Di çîrokê de aliyekî ˆsexsan tê dansîn, di romanê de ˆsexs bi piralî têne danasîn, taybetiyên wî yên pirr alî tê xuyakirin. Li gel van hemû ferqan jî, di esasê xwe de roman ˆsêweyekî dirêjahiya çîrokê ye. Bûyerên ku di romanê de tête qalkirin li ser çîrokê ava dibe. Roman, tiˆstên ku bûne, yan dê bibe, yan jî mûmkûne ku dê bibin qal dike. Taybetiyeke roman û çîrokê ev e ku; bi meraq tê xwendin. Meraqa girîng jî, gelo dê dawiya wê çawan bibe ye? Di edebiyatê de meraq cîhekî pirr girîng digire. Yê ku çîrokê dide xwendin meraq e. Çîrokên devkî jî ji ber meraqê têt guhdarîkirin, çîrokên nivîskî jî ji ber meraqê tê xwendin. Çîrokên "Hezar û Yek Þev" ji ber meraqê hatiye guhdarîkirin. Di çîroknivîsê de karanîna metoda meraqê herî baˆs ji alî nivîskarê Amerîkî Jak London ve hatiye bikaranîn. Destpêka çîrokên Jak London li ser meraqê hatine avakirin. Xwendevan ji bo ku di seriya-destpêka- çîrokê de meraqa bûyerê dike -û gelo dê dawî çawan be?-, loma jî hetanî dawî wê çîrokê dixwîne. Wek mînak: Çîroka Jak London a bi navê "Yê Meksîkî" de di serî de meraqeq girîng heye. Xortekî 18 salî-Rîvera- diçe dikeve nav rêxistinekî ˆsoreˆsger. Di wê rêxistinê de tu kes Rîvera nas nake, kesek bi derbasbûyina jiyana wî nizane. Wexta ku pere -diraf- ji rêxistinê re pêwîst-lazim- dibe, ev xort-Rîvera- pere tîne dide rêxistinê. Berpirsiyarên rêxistinê ji vê xortî ˆsûphe dikin, dibêjin qey ev xort ajanê dewletê ye û hatiye ketiye nav wan. Xwendevan jî gava vê çîrokê dixwîne di serî de meraq dike; gelo derbasbûyîna vê xortî çawan bûye? Ev xort çima ewqas bi rêxistinê re alîkarî dike? Gelo ev xort van pereyan ji ko tîne? Ev xort bi rastî jî ajan e, yan na? Di bûyerên çîrokê de metod ev e; xwendevan di seriya bûyera çîrokê de meraq dike, paˆsê jî ew meraq di nav pêvajoya bûyera çîrokê de têt piˆskavtin û ew meraqa xwendevan bi rohnîkirina çîrokê têt fêmkirin û wê gavê xwendevan gava sedema meraqê fêm dike, dibêje ahan... dêmeg ev bû. Di çîroka "Yê Meksîkî" de jî xwendevan pêˆsî meraq dike ku ev xortê alîgirê ˆsoreˆsgeran wê pereyî ji ko tîne, paˆsê fêm dibe ku, ew xort diçe maça boksoriyê dike û pereyê ku ji wê qezenç dike, tîne dide rêxistinê. Di edebiyatê de rexne, babetekî girîng e. Ez bawerim li ser rexnegiriya edebî herî pirr nivîs di kovara Helwestê de hatiye weˆsandin. Edebiyat bi rexneyên edebî pêˆsve diçe. Di analîza berhemek edebî de, di hûr lênêrîna berhemê de, divê mirov ji ko dest pê bike? Ji hunermendê berhemê, yan ji berhemê ve? Yan jî, ji ˆsert û ˆsûtên dîrokî û civakî ya wê derdorê ve? Divê mirov bizanibe, hunermend-nivîskar- jî wek her mirovî, mirov e-însan e. Ji bo vê jî mirov berhema edebî li gor ˆsexs û qarekterên nivîskarî divê nenirxîne. Divê rexnegir çêker be, xirabker nebe. Kovara Helwestê, dê bi berfirehî cîh bide nivîsên li ser pirs û pirsgirêkên edebî, nivîsên rexnegiriya edebî û nivîsên fêrbûna teoriya edebiyatê. Wek ku me di hejmara sêyem de jî gotibû; kovara Helwest ji bo pêˆsveçûna çand û edebiyata Kurdî pêngavek e, divê ev pêngav bê xurtkirin. (c) Lokman POLAT