Lêkolîn Nivîskarê kurd, çanda kurdî û pirsa nasnameyê Hendirên Ev û çend pirsgirêk û astengên dîtir ên tozgirtî; eger li ser bingeha herifandineke sazkar; bi nêrîneke teorî û bi têgihiþtineke nûjen, neyên wergerandin û çareserkirin; dê nasnameya rewþenbîrê me û tengahiyên siyasî-mêjûyî li beramberî pirs û gumanên tevlîhev ên cîhanê; dê hejar û bê peyam bimînin. Wek serencam, eger em wisa nekin; dê rewþenbîrê me pêrgî namoyî (ixtîrab) û tengatiyeke navxweyî ya girêkkûr bibe. Jixwe namoyî û tenhatiya mirovan jî; bi xwesipartina li ser palpiþt û nasnameya çandeyî, mirovan ber bi jiyaneke tevlîhev û bê berpirsyarî ve radikiþîne, ango jiyanek li derveyî bûneweriya hebûnê; jiyana bê armanc û jiyana mirina amadekirî. Li vir, ji bo germkirina vê realîteya westiyayî; emê çend pirsên sade; lê pêwist, li ber çavên çand û rewþenbîrên me, raxînin: Îro, di nava xirecira bûyeran de; û di nava guhertinên çerxane yên cîhanê de; li beramberî teqîna felsefeyê û ragihandinên ku li ser bidawîhatina dîrokê dipeyivin; li beramberî têkçûna nirx û prensîpên pîroz ên idyolojyayê û li beramberî bikaranîna hemî beþên zanist û tiknolojya û þaristaniyê; û namobûn û westana mirovatiyê li hember vê bikaranînê, îro; rewþenbîrên me, yên berê û yên aniha, bi çi awayî; di kîjan sewiyetê de beþdarî wê rewþê bûne? Rola rewþenbîrên kurd di vê pêvajoyê de çi ye?. Herwisa; nêrîna rewþenbîrên me bo xwendin û analîzkirina wan rêbaz û mîtod û hizr û felsefeyan û rûdanan çi bû û çi ye? Deqên felsefî û teorî û hizr û ramanên rewþenbîrên me; li beramberî wan bîrûbaweriyên wêjeyî yên gelemper; yên miþt aferandin û dahênan; herwilo, wergerandina wî û çawatiya wî; di kîjan sewiyetê de ne? Bi van pirsên sade lê pêwist; em dikarin dûrbîniya rewþenbîrê kurd binirxînin. Digel vê jî, gerek em li nik dengên takekesane; yên ku hewl didin ku cîhanê û Kurdistanê bi mîkanîzima awez (aqil) bixwînin, û çengek ji têrmên giran, di vî warî de, bi kar tînin, rawestin. Bi baweriya min, ev hewldan, bi giþtî, xwe dispêre du dengan: Dengê yekem structulism e û yê diwem jî tevlihevkirina suryalîzm û formalizm û raportizmê ye. Hewldana pêþîn ji ya dawîn çalaktir û kûrtir e, çinkî ya diwemîn þêwexwaz e; tenê di helbestê de peyda dibe; bi rêbaziyeke zelal û eþkere napeyive, lewra çalakiyên wê kêmtir dixuyin. Bi giþtî; ev herdû hewldan hetanî aniha di sînorê destegiriyê (girûpiyê) de û li du bajaran (Hewlêr û Sulêmani) tên naskirin, Van herdû hewldanan digel aliyên xwe yên erêtî (pozitiv) jî, çend bîrûbaweriyên nayetî wek hewlêrîtî û silêmanîtî, dirust kirine. Ev sîma bixwe jî vedigere rewiþtên herî paþmayî yên civata me bi giþtî û rewiþta naskirî ya rewþenbîrê me bi taybetî. Hiþmendiyek wisa ji berhemdariya gundiyane ya civata me û ji bi þûndemayîna destegeriyê, tê, û cîhana rewþenbîrê me yê naskirî nîgar dike. Bêguman rewþa taybetî ya piþtî sala 1991 ê li Kurdistanê di bin siya herdû partiyên desthilat de, peyda bûbû, digel çend faktorên siyasî, aborî, komelayetî, sincî, psîkolojî ku li vir ne cihê liserawestanê ne, wek faktoreke çewt, li ser wan herdû hewldanan û li ser pêvajoya taze ya rewþenbîrê me, dirust bû. Lê van herdû partiyên siyasî di demeke pir kurt de dikarîbûn bi alîkariya peran û deshilatdariya xwe wan rewþenbîran bixesînin û hemî dezgeh û hemî dengên rewþenbîrî yên takekes (ferdî) ên ku hewldana tazegeriyê dikirin, best bikin; gem bikin. Herwisa hemî hêz û karîn û germahiya ku di laþê wan rewþenbîran de hebû ji bo alavên ragihandina partiyên xwe bi kar anîn. Ji niþkê ve û piþtî demeke kurt meydan û cîhana rewþenbîrî ber bi sistî û erzanî û lawaziyê de diçe, ji bo berjewendiyên herdû partiyan têt bi kar anîn. Hemî çapxane ji bo armancên partiyan dest bi xebatê dikin, wek ku çawan bajar û gund di navbera partiyên Kurdistanê de hatin dabeþkirin wisa jî û bi heman þêweyî rewþenbîrên kurd. Bi kurtî, þûnþop û bikaranînên siyasî sincî yên ku ji alî Basiyên Iraqê dihatin pêkanîn; vê carê bi awakî pir sade û kawikane, bi riya partiyan, û bi xwesipartina li ser diruþmeyên kurdayetî, bêyî rêbazeke ramanî, tenê ji boyî diqdiqandina hestên rewþenbîran, xwe dûbare dikirin da ku cilê ji bin lingên wan biþemitînin, wan bixapînin. Bêguman di vê pîlanê de, herdû partî, baþ bi serketin. Wek serencam; berpirsiyariya vê rewþê nakeve hustê ti alî û ti partiyan; biqasî ku çiyetî û sewiyeta hiþyarî ya rewþenbîrê me, wek du regezan, rola xwe ya bingehîn di serkeftina vê prosesê de lîstiye, çinkî gotara desthilatiyê, navend û alîgiriya partiyane bixwe, hiþyarî û strûktûra rewþenbîr û çanda me bi giþtî dadimezirînin. Rewþenbîrê me, di van barûdoxan de, wek gotara dîmagojî ya partiyên me û alavên ragîhandina partiyane, eger ne partî be, alîgir e yan jî berdestekî dilsoj bo partiyan e, bi alîkariya bikaranîna çend têrmên wek modernîzm û zanist û felsefe û hemdemî jiyana xwe ya li ber destê partiyan didomînin, di wextekê de ku yek ji van têrman di wateya xwe yî resen de, li ba me ne têt bi kar anîn û ne jî têt guncîn, çinkî ne deqên wan ramyar û fêlosof û rewþenbîran hene da ku wan têrman biçesipînin û ne jî zemîna van têrman di hiþ û avahiya civat û rewþenbîrê me de heye. Li derveyî vê rastiyê jî; ew çend deq û rewþenbîrên ku peyda dibin jî, bêagahî di tenhatiyê de dijîn û bê maf in û devgemkirî ne, ev deq û rewþenbîr diyar û eþkere ne lewra pêwist nake ku em li ser wan rawestin. Bi herhal eger ew realîteya aloz a çanda me ya ku em li ser dipeyivin bê bandor an kêm bandor be jî dîsa pirsa nûjenî û tazegeriya me yî îro xwe ferz dike digel tunebûna çavkaniyên çanda cîhanî. Îca bingeha wan hewldanên nûjen û taze, diyardeya wergerandina deqên balkêþ û nemir di çarçewa guheztin û destewayiya rêbaz û bizavên zimanên dîtir ên dunyayê de û li derveyî navçeya me dimînin. Ma gelo bêyî hebûn û peydabûna wan deq û çavkaniyan bi zimanê kurdî em dikarin bîr û baweriyên rêbazên cîhanî têbigihêjin? Lewra beriya ku em di guheztin û destewayiya nûjeniyê de biramin, gerek em biþên bi alîkariya wergerandinê naveroka teorî ya wan rêbazan binasin. Ma çawan bêyî vê zemîna hiþyariyane dê tazegerî bê avakirin madam piþtîneya (xelfiyeta) rewþenbîriya me û meydana hiþyarî û zaneyariya me li derveyî xwendina Hegel û Marks û Nitþê, Haydgar, kirkgard, sartre, Spînoza, Dreda, Þtraws û Part û Baþlar û Delouz pêk hatiye? Çawan tenê bi xwendina Fouco em dê bikaribin strakþralîzmê û prosesa kûr û tevlihev a felsefeya bûneweriya dîroka ku bi rewþa aborî û zanistiya Ewropî ve girêdayîye, têbigihêjin? Di heman wextê de ew pirsên jorîn dikarin pêþkêþî hewldana þêwexwaz a ku em li ser peyivîbûn, bibin. Ma gelo tazegerî pirseke giþtî yan jî takekesî ye? Ma gelo tazegerî bi xwe ne lêpirsîn e? Bi (NA) yê bersivdana van pirsan ne dîtin û nepejirandina yên dîtir e, wek ku Edonîs dibêje nebûna azadî û guftûgoyê ye û tênegihiþtina tazegeriyê bi xwe ye. Qirkirin û bindestkirin û nepejirandina bawerî û ramanên ên dîtir, an jî þêweyekî amade û diyar bo dîtina tazegerî û xwendina cîhanê, bixwe; serjêkirin û gurandin û qurmiçandina tazegeriyê ye, têgihiþtineke çarçewekirî ye. Digel vê jî, peydakirin û çêkirina formeke dîtir di çeþnê forma berê de ya ku li ser wêje û çanda çînan û neynika civatan dipeyivî, eynî serencam e. Tazegerî di çi babetê de be, dixwaze asteke ciwan û kûr û vekirî ava bike. Dixwaze pencereyekê di dîwarê bêbizav û bêdeng de; di dîwarê aniha de bo dîtina rexê dîtir ji dunyayê, veke. Wisa, li dijî hemî formên çêkirî û amadekirî radiweste. R. Part li ser aferandinê wisa dibêje: "afirandin an çêkirin, bo cîhanê nêrîneke resen e, xema afirandinê afirandina cîhaneke rasteqîn e; di formê cîhana yekem de, ne ku ji bo wê cîhanê bi wêne bike lê da ku wê nemir bike". Bi vî awayî pevçûna tazegeriyê ji nava xwe û ji derveyî xwe dest pê dike. Pencereyek e bo hejandina dîrokê û bi alîkariya gumanê rehayiyan (mutleqan) sist dike. Wek ku çawan îro jî ji bo pêþerojê mirov dipirse; Ramboud di wexta xwe de pirsî bû: "ji bo çi em dinivîsînin eger ne ji bo guhertina jiyana me be, ku ne ji bo naskirina cîhanekê ku ew cîhan bi xwe ne cîhana me ya rastîn be?" Tazeger di çarçewa awez (aqil) û alavên kûr û berfireh de; têramandin e. Ew têramandin jî berhemdariya çandeke zanistî ye ku li ser têkçûna çandeke kevnare ji dayik dibe. Herwisa têramandina tazegerîyane hemî bîrûbaweriyên sade û remakî (fitrî) dilerizîne; dihejîne, diderizîne û diherifîne. Lewra tazegerî li hemberî wê pêvajoya ku li ser bingeha bersivdanê ava dibe, radiweste, hewl dide ku pêvajoya têramandina lihevhatî û guncînamêz bi têramandineke nakokiyane û cihê reng; gumanhilgir û vekirî, biguherîne. Ango, tazegerî ji ber xwe ve ji dayik nabe, çinkî tazegerî serencama proseseke dûr û dirêj e; proseseke dîrokî, komelayetî, aborî, zanistî û þaristanî û psîkolojî ye; laþê fîzîkî yê berhemdariya civatê ye. Ji bo pêwistiyên dîrokî û ji çesipandina zimanê ku civat diafirîne, nîþana guhertineke diyalîktîkî ye. Ew proses jî yekalî û yekast nîne, ji ber ku di çarçewa wan xalên ku em li ser rawestiyabûn guhertineke çawayînî berfireh û kûr e. Ev guhertin bi xwe jî awezekî (aqilekî) nû dirust dike; ev awez jî zimanekî rewþenbîrane yî zanistiyane radigihîne, ev zimanê rewþenbîrane jî; neagahî û hestên bi civatê; bi agahiyeke komelane û takekesane, diguherîne. Bi wateyeke dî tazegerî, îro, rexnelêgirtin û xwendin û berhemkirina dîrokê ye, li ser bingeha zimanê rewþenbîrî ava dibe. Piþtre wê dîrokê bo îro diguhêzîne (ji nû ve durustkirina xwe ya xwe ye û cîhana me ya windakirî ye). Lê gelo, hiþmendiya civata me û awira vê civatê ya li ser gerdûn û jiyanê, dikarîbûn, wan guhertinên ku em li ser peyivîbûn, himbêz bikin; daku pirsên suryalîzmê û straktûralizmê û gotara awez (xîtaba aqil) ligel pirsên me û gotara awezê me, biguncin, û di wê sewiyetê de bin?. Ma gelo çanda me dikarîbû deqine (têkstine) di çeþnê deqên Jims Jowis û Gote û Holdren û Briton û Tzara û Bodlêr û Brost, biafirîne; daku em wan deqan bi gotara awez bixwînin?. Ica bîr û bawerî û rêbazên teorî yên ku li Ewrupayê peyda dibin, di warê rexnegirî û xwendin û analîziya sosyologî û ipstîmologî û fîlologî û psîkologî û zanistiya dîrokî de; rêbazine giran in; û wan bixwe avahiya aborî ya kapîtalîzmê durust kirin e. Di vê avahiyê de, gotara zimên roleke bingehîn dilîze. Bi herhal, tazegerî wan bûyeran û wan nimûnedaran; û deqên paþerojê ber bi afsan û zimanê îro de radikiþîne. Erê îro em di cîhana xwe de pêrgî deq û nimûne û þêwe û diyardeyên di çarçeweke çandeyî yî nûjen; taze û pêþveçûyî, nabin. Ne jî em pêrgî helbesteke nûjen, pexþaneke nûjen û romaneke nûjen dibin. Tazegeriya Ewrupayê ya bilez û aloz, bûye sedema ku em berhemên çandeyî yên di hinavên dîroka xwe de ji bîr bikin. Çinkî her û her me bi awakî ne rewþenbîrane awayê ewrupiyan kiriye. Çinkî di meydana çanda me ya netewî de hestên biþûndemayîna me ya dîrokî, rehên xwe dajon. Digel ku çavkaniyên rewþenbîrî û hiþyariya kûr a rewþenbîr û hizirvan û ramyar û dahêner û helbestvanên mezin ên Ewrupayê sofîzma rojhilat û afsan û kultûra kevnare ya Igrîkiyan e jî, rewþenbîrê kurd îro, berevajî rewþenbîrên Ewrupayê, hewl dide ku van aliyan ji bîr bike. Ji bo çesipandina vê yekê jî, pir kêm li ser ezmûneya Goranê nemir têt peyivîn. Bi baweriya min, di meydana rewþenbîriya me de; ji nîvê vê sedsalê û vir de, pirsek di vê sewiyetê de, pirsek ku bikaribe derzekê di mêjiyê me de wek derza ku Goranî durist kiriye, li ber çav nîne. Çinkî ezmûneya Goran þiya zimanê ramandinê ji klasîkiyê bo nûjeniyê veke, herwisa wê ezmûneyê þiya þêwe û naverokeke tîr pêþkêþî laþê çanda me bike. Bi vê yekê jî þiya pênasa helbestî û çanda me ji devera me ber bi cîhankirinê de rakiþîne. Goranî, bi palpiþta xwe yî rewþenbîrî û xwemalî, bi sûdwergirtina ji ezmûneya çanda dewrûber û dûrtir, karîbûye berhemeke rewþenbîrî yî çandeyî û hemdem û ahengane biafirîne. Wate, Goranî bi awira xwe ya taybetî bingeha rewþenbîriyeke xwemalane damezirand bû. Ev rewþenbîrî ne bi awayê kopîkirina tazegeriya Ewrupiyan a ku piþtî Goran û heta îro jî di nav rewþenbîrên me de berdewam dike, pêk anîbû. Lê Goran wek dahênerekî rastîn dikarîbû ezmûneya wê tazegeriyê rabigihîne, ango Goranî ew asoya berfireh ji wergirtinê bo aferandin û beþdarbûnê çêkir. Goranî di ezmûneya xwe yî helbestî de li teniþt nûkirina zimên û gotara xwendinê jî, dikarîbû, komeke bîrûbaweriyên hemdem û xweristî pêþkêþî semta dîrokê û jinê û xweristê û cîhana giyanî, bike.. Lewra ev aliyên balkêþ, navika ezmûneya Goranî bo me bi cî dihêlin, dîsa wan aliyan bi xwe jî dahênan û berdewamkirina ezmûneya Goran sist kirin. Hetanî roja îro jî, rexnegiriya me ya ku xwe dispêre herdû rexên siyasî; li ser helwest û bîrûbaweriyên siyasî yên Goran, radiweste, û wek asteng lê temaþe dike, digel ku rexnegiriya me bixwe jî di heman astengê de dijî. Eger em Goranî bi bîrûbaweriyên wî yên siyasî gunehbar û rexne dikin, mane hemî mamosta û serpereþt û nûnerên helbest û rexnegiriyê, îro ro, dîlên siyasetê ne û bi partîtiya teng hatine merbend kirin. Ji xwe ev diyarde, di warê nasnameya rewþenbîrê me yî îro de, zelaltirîn diyarde ye. Lewra dixwazim vê yekê bi pirsekê kuta bikim: Kîjan rewþenbîrê kurd, îro ro, nasnameya xwe ya rewþenbîrî, ji derveyî çarçewa siyaseta partiyane, bi dest dixîne? Bêguman liserawestan û pirsa çanda kurdî ya li tarawgehê û pitsa rewþenbîrê kurd ê miþext û derbiderbûyî, ji astenga giþtî ya rewþa çanda me yî li hundirê welêt, cuda nabe. Çinkî hetanî aniha nêrîna giþtî ya rewþenbîrî ya rewþenbîrê kurd li derveyî welêt beþek ji çanda hundire û nikare jê cihê bibe ango þiyan û hêza çanda kurdî li derve her ew þiyan û hêza çanda hundir e. Bi wateyeke dî; du jeografiyayên çanda kurdî nîn in, digel vê jî, vê tarawgehê, vê guhertina cih, gelek deng daqurtandine. Dengên heyî ti dengên nû dernexistine û tarawgehê jî dengine dîtir, neafirandiye. Lewra em li hemberî çendîn sedem û hokarên alozî rû bi rû radiwestin, û ji bo ronîkirina vê yekê jî, bêguman, em hewcedarî gelek belgeyan in. Digel ku karekî wisa me naçar dike ku em vegerin komek çavkanî û bîrûbaweriyên ku li ser têrma intilîgênsya radiwesin. Lê mixabin, ne ev lêkolîn dikare vî barî hilgire û ne jî ez dikarim beþdarî vê pêdiviya zanistî yî teorî bibim. Lê bi cegerdarî dikarim bibêjim ku berztirîn astengên çanda me hejariya têrma kurd a zanistî di danasîna têrma intilîgênsya de ye.. Ango rewþenbîrên ku bikaribin, wek pîþe, bi analîzê û bi pêþdebirina projeyeke ramanî û felsefî û zanistî û rexneyî û çend aliyên dîtir ên hiþyarî û wêjeyî mijûl ,bibin nîn in. Lê em dikarin bibêjin ku rewþenbîrê kurd, wek karekî rojane, mirovekî normal e bi her tiþtî mijûl dibe yan jî wek ku pêþiyan gotiye: ((Ji her baxekî gulek)). Lewra ti rêbazeke zanistî û hiþyarî yî sînorkirî bi karnayîne, û ligel hemî cihan jî digunce. Bêguman gerek ez bibêjim ku çend rewþenbîrên kurd yên xwedan hebûneke taybetî, hetanî aniha berhemên wan ne hatine nirxandin û ne jî lêkolînên balkêþ li ser wan berheman rawestiyane. Biherhal, aloztirîn dîmen ew e ku ti cudahî di navbera rewþenbîrên derve û hundir de nîn e. Ji xwe lawaziya rewþenbîrê kurd ê li derveyî welêt ji paþeroja wî têt, çinkî ew bixwe bi çandeke giþtî hatiye perwerdekirin, ku bi wê çandê, di serencama dawî de, li derveyî welêt, nikare li ser bingehên tund bixebite. Mijarên ku li Kurdistanê li ser zimên bûn, li vir, li tarawgehê, bê zemîn û bê xwendevan in. Herwisa, têgihiþtina rewþenbîrê me û asoyên hiþyariya wî, li vir, li derveyî welêt, li beramberî vê tabloya tevlîhev û kûr a tiknolojya û þaristaniyê, hiþtine ku rû bi rû li hember pirseke çandeyî cihêreng raweste, ku rewþenbîrekî di çeþnê rewþenbîrê kurd de ti carî nikare bersiva wê pirsê wergire û bi destxîne. Digel vê jî, sistêm û formên jiyanê yên tevlîhev ên welatên tarawgwhê, bi hemî movik û þaxên xwe; jiyana ku li ser program û dabeþkirina demê ava dibe û li pêdiviyên jiyana rojane digere, wek jiyaneke nû ligel sîstêma bê program a rewþenbîrê kurd ê li derveyî welêt, nagunce. Lewra, vê rewþê, rewþenbîrê me vegerandiye destpêkeke dîtir ku ji destpêka pêþîn bi hemî awayên xwe cihêreng e, û ew ji xwendinê bi dûrxistiye. Li teniþt vê, alavên ragihandinê (Televizyon, rojnamegerî, çalakiyên li ser kolanan, aheng û þevên þahiyê û h d) giyanê vî rewþenbîrê ku hînî jiyaneke wisa nebûye, vala kiriye, zuha kiriye. Ev û çend hokarên dîtir, bi taybetî avahiya me ya rojhilatî, me di hundirê vê jeografiya nû de ber bi tenhatî û li xwepêçanê de, dehf dane. Bêguman mebesta min rewþenbîrê kurd ê li Siwêdê ye yê ku dikare bibe nimûneyeke giþtî bo rewþenbîrên kurd ên li derveyî welêt.. Digel ku navendeyên çandî, çapxane û kovar û Radyo û çalakiyên çandî û hunerî yên ku li Siwêdê peyda dibin li ti welatekî Ewropayê peyda nabin. Îca ligor sewiyeta vê çanda ku li Kurdistana Siwêdê li ber dest e em dikarin sînorên çanda xwe ya li derveyî welêt destnîþan bikin. Ez dibêjim Kurdistana Siwêdê çinkî îro ro wek hejmara van navendên sexte û van komeleyên bêencam li kurdistana ku welat e nîn in. Di çavkaniyeke Swêdî de ku li ser berhemên çapbûyî yên sala 1994 an ên bi zimanên hemî penaberên li Siwêdê, hetine çapkirin, dipeyive, wisa dibêje: ((Kurd ji hemî gelên dîtir bêtir xwedanên navendên çapê û malbendên çandî ne, û ji hemiyan bêtir jî pirtûkan diweþînin)). Di heman wextê de; divê bê gotin, ku rewþenbîrê kurd ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û propogandeyî ji hemî rewþenbîrên miletên ku li Siwêdê dijîn; sergermtir e; sergermtir e da ku bibe endamê yekîtiya nivîskarên Siwêdê, ev yekîtiya ku li vir, li Siwêdê, di sewiyeta komeleyeke civakî de ye, û ti rola wê yî taybetî di avakirina çandeke balkêþ de nîn e. Ya ji vê balkêþtir ew e ku hin ji endamên yekîtiya nivîskarên Siwêdê yên kurd di nav rewþenbîrên kurdan de bixwe wek nivîskarine kurd nayên naskirin. Biherhal, dahênan bixwe neguncîna ligel jiyanê û gerdûn û rewþa bêango (bê me`ne) ya jiyana rojane ye; neguncîna ligel realîteyê ye; realîteya ku ji alî deshilatê û yasayê (qanûnê) bi bersivên xwe yî hiþk hatiye çêkirin. Ango aferandin pêþkêþkirina pirseke kûr e; bi hebûna mirovê dahêner dagirtîye,; dahênerê ku di hundirê proseseke aloz de dikare, di hundirê xwe de aferandinê bi karbîne. Lewra mirovê dahêner nakokiyê hem bi xwe re û hem jî bi rewþa xwe yî civakî re, dijî, û bi vê qonaxa dûr û dirêj a jiyanê û dîrokê re, dijî. Bi xeyala xwe, bi xewna xwe yî resen û gerdûnî; ji destpêkê ve; hewl dide ku vê cîhana ferzbûyî, di hundirê meydana deq û nivîsên xwe de, biherifîne, û di þûna wê de jiyaneke giyanî yî hestdar û nemir û mehal, ava bike, bihûne. Lewra gerek tarawgehê rewþeke alîkar bi destê rewþenbîrê me xista da ku ji realîteyê cihê bibe, lê berevajî wê, çinkî avahiya rewþenbîrê kurd li ser palpiþteke zikmakane û li ser bersivdanê û li ser guncîna ligel gotara serkeþ(sethî) a civakî û realîteya berdest, hatiye damezirandin, ti carî nikare ne ji civatê namo(ixtîrab) bibe û ne jî jê cuda bibe. Ji ber ku di vê jeografiyayê û di vî cihê nû de; rewþenbîrê kurd bixwe asteng û çeper danîne pêþiya xwe da ku xwe ji ber pirsên tevlîhev ên vê jeografyayê veþêre. Ango hewl dide ku bi çavên asayiyê (normaliyê) li hemî tiþtên seyr û biyan, temaþe bike da ku her û her wê gotara (xîtaba) ron û serkeþ biparêze. Lewra, gotara rewþenbîrê me, bi giþtî, li tarawgehê, neþiyaye gotarek gumanhilgir û balkêþ biafirîne da ku hemî þêwe û taybetiyên ku tarawgehê dinasînin, bikarbîne. Da ku nivîsandina xwe berdewam bike, her û her hewl dide ku alav û þêweyên xwe yên kevnare di bîra xwe de vejîne da ku bi paþeroja xwe re û bi peywendiyên wê paþerojê re berdewam bibe. Wisa rewþenbîrê me baweriyeke nehiþyariyane dirust dike da ku piþta xwe bide hemî pirsên vê jeografyayê. Ango bi bahaneyên rewþa Kurdistanê û bi dûrbûna ji welêt û bûyeran, derfeta avakirina xwe ji dest winda dike. Ji alîkî din ve; zemîna aborî ya ku li tarawgehê peyda dibe û bi taybetî li Siwêdê; rewþenbîrê kurd dehf daye ku çand û peyva kurdî wek alaveke bazirganî bi karbîne, vê yekê bixwe jî dîmenên çanda me, li tarawgehê, zelûltir û hejartir, kirinye.. Çinkî vê diyardeya malkambax bixwe hiþtiye ku rewþenbîrê kurd li Siwêdê rewþeke çandeyî yî sext û têkçûyî û beravêtî pêþkêþ bike, nehiþtiye ku rewþenbîrê me bi awakî normal û bi berdewamiyeke dahênane bijî; ne bi xwe re digunce û ne jî bi rewþa derveyî welêt re. Bi gotineke din, vê zemîna aborî wek dadgehê, rewþenbîrê me, li pêþiya çavên me rûtkiriye; rewþenbîrê ku ne dikare bixwîne û ne jî dikare li ser bingeheke taybetî xwe ava bike; û ne jî dikare pirsan û deqekî rewþenbîrî; hiþmendî, û ebediyane, biafirîne. Lewra, di meydana çand û peyva kurdî ya ku li derveyî welêt hatiye nivîsandin; hetanî aniha; pirseke rewþenbîrî yî cihêreng, hem ku ji pirsên hundirê welêt cihê be û hem jî ku bikaribe sewi-yeta çanda me ya giþtî bilivîne, nîn e. Berevajî wê, îro, li welêt, hewldan û bizavên rewþenbîran bo pêkanîna guhertinekê, hem çalaktir û hem jî xurtir in. Jixwe rexne û liserawestaneke analîzane yî balkêþ; li vir, ku pirsên bingehîn ên çanda me ne; îro ro, nîn in. Bi kurtî, di baweriya min de, hetanî vê kêlîkê, gotara rewþenbîrî ya tarawgehê, meydana dîdariya rewþenbîrên kurd di warê form û naverokê de, ji wan alavên ku ji welêt bi xwe re anîne, pêk tê. Ango, gotara rewþenbîrî ya tarawgehê ne ji prosesa namobûnê (ixtîrabê) ji dayik bûye. lêbelê ligel vê jeografiyayê di namobûn û tenhatî neguncînê de ye. Bûda dibêje: ((Guman çavkaniya hemî destpêkirinan e... Neman bo wî kesê ku sefera xwe li ser zemînê rawestand... Û li deþtê çarmêrkî rûniþt... Ey dahênerno! Hûn li kû ne? Ew peyvên ku tu dibêjî; ((hemî tiþt winda bûn)), berhema wî diçe nav dil û awezê(aqilê) me.. Em jî hê ciwan in))