ko^skek me koˆskek ava kir stûn ji tirêjên ˆseveqa nemrûd pace ji dengê hesenê cizîrî pelê payîzê govendek destpêdike li bilindahîyê xwe li ba dike pelekî ji rengê hemû zer û soran li ber bayê sar î payîze tenê lerz e ew li vê berêvara dereng li jêr dinêre li axê li jor li asîmanê ji ewrên rengerisas tikandî dinêre ne dest ji darê dibe ne dikare li hember gazîya axê xwe ragire werr dudil dimîne demekê paˆsê xwe ber dide bi giranî datê xwarê li jor dinêre careka din li asîmanê bilind li pelên mayî bî keser radimûse axê û piˆsta xwe dide bayê hênik hiltîne serê xwe diçe di dil de xembarîya refên çivîkên koçer gelî ...top û tivinga gulle barandin, ˆsûr û satorên ku pê dipesinin û singoyên wanî ku ferqa zikekî bihemle, zarûkek berˆsîr û kalekî heˆstê salî nasnakin, nesekinîn... mêr û jinan, keç û xortan, pîr û kalan wek hev para xwe stendin ji mirinê ... û agir berî avahîyan, berî dexla dan, daku -weka ku hatîye gotin- giya jî ˆsîn nebe li dewsa ew tê re çûne... guh neda qîr û gazîyan xwe hil avêt agir dabiland sîûsê gundan wek dêwekî bi heftê serî ... ˆsivanan hew pezê xwe çêrandin li evan mêrgên binavûdeng, dapîr hew çîrok gotin ji nevîyên xwe re, keç hew bi nazdarî bi destên xortan girtin, hew dengê def û zirnê mizgînîyan ragihandin, ne kûçkê meyê kullek êdî dikare birreyê, ne jî pisîka me divê bireve... ji wê rojê pê va kanîya me, girt xwe berî binê erdê da, ne kesî êdî wê dît, ne jî saloxê wê bihîst... agirê pîroz û jiyanbexˆs van zaliman çi anîn serê te jî yê me jî dema agir li pey xwe nihêrt fedî kir ji agirbûna xwe rabû rûyê xwe reˆs kir yên wan jî bi xwe re