Kop Li nêzîk mala wan hawarek hat Bi lez rabû û çira vemirand Ji aliyekî pencerê, awirek li kolanê da Rêzên fîˆsekên girrdar Tunelek dirêj, di ˆsevê de çêkir Mala beramber jî, çirayê xwe vemirand Tax di nav bêdengiyê de winda bû Lê li ser girê aliyê din Çirayek mîna stêreka qels Mîna agirê li ser kopekê dûr, diˆsewitî Min tu divê Ewê bixwaze kî ˆswera evîna min Winda bike, Wênê te di derya xwîna min de biˆsewitîne. Bila ava çema, Bostekê ber bi paˆs de vegerîne Bi tenê nebûm Bi tenê nebûm... ˆSev... li teniˆsta min termekî razayî bû Dem... tem mij û nalîn bû Welatê min jî Misteka toza ber bayî bû Li bejna ruhê min alya bû Bi tenê nebûm Agirek bûm Nihêniyan geˆs dikirim Pirtûkek bûm Deryayê dixwendim.