Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Gava ku stêrk Li esmana stûxwar, Gava ku ney û blûr û tembûr Û dehol û zirna sar bûn. Û cobar Ne dixu^sin di nivînên xwe de seraser Sosin û beybûn û rihan Ne d'bi^skifin di bûtikê de. Tariyên giran Tûj û kûr Bi zûrezûr û bi orîneke jakaw Bê fikare, bê paxav diheliþî dikumi^sî li ser welatê min. Bi giyanek pola Min navê xwe kola Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir. Wek bebelisk Wek moraz Wek bagarek gurr Min eniya têko^sînê Min di eniyek de ^ser kir li hember xwînxwara Bi dilawerî Bi bîrûbawerî Min têko^sîn û berberî kir Û Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir. Ez welatparêz im, Ez mirovperwer im, Ez li ber bircên Diyarbekra rengîn ^Sêx Seîdê kal, Bijî^sk Fuad im Ez Bavê Tûjo me lo!... ^Sore^sger im. Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Dema ^sefaq da di Sîpan de Dema ku lêvên esmên Di singa Sîpan de sor dikir bi be^serûkî. Ez Di deriyê Ni^stîmanî de ketim hundir Min Deriyê Neteweyî bi zerzenga xemiland Û li ber Deriyê Serxwebûnî ^Ser kir. Bêweç ma bû baxçeyê Deriyê Felatî Min tê de ^Saxên serbestiyê çikand Tovê xawêndariyê werkir. Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir. Ez ^Sêx Seîdê kal, Bijî^sk Fuad im Pê^smergekî bê nav û bê nî^san Û qevdekî ji pincara welat im. Ez duh ^sehîd bûm Îro, nûhat im. (c) Rojen Barnas Ji Li Bandeva Spêde, We^sanên Tirêj, ^Izmir, 1979, r. 11-13 Rojbaˆs Roza! Rojba ˆs Beyanî be xêr Ez û tu Bi çivik-firê Sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr Lê, bi giyanî Ji canê hev ji hev re nêziktir in. Dengê min nagihîje te, dizanim Di vê berdestî sibê Di xewka ˆsîrîn Pêjnê Hilîne Ku bibêjime: Di xewnê de rojbaˆs Di xeyalê de beyanî be xêr. Bi nermî çavên xwe veke Tevzî li ser tavzîyê bi ˆsîranî Belav ke li canê xwe Û bi giranî Bi bîr bîne ku Ev herikîna pêlên pêjnîn Di ser bej û derya de Bi milmilîn Bi axîn Derketiye. Ev ne nonûçe ye, metirse Ev ragihîn Ev dazanîn e, ji dilê min ve Dilê min Kaniya agir Dilê min Kevanê evîn. Xarîta dinyayê veke li ber xwe Li hêla bakurîn binihêre Tê bibînî Bejekî Ku mîna nikulekî kêrr Serejêrî atlantîkê biye Serî, Ji derya qeˆsemê gewr Û dilê wê Ji bêriya rojê dixewire A... ha! Li wir e, Hêlîna tenyayiya dilê min. Gul li ˆsaxê Kulîlk di guliyê xwe de geˆstir e. Ku ji avê derkeve Masî Dimire Rast e, Meriv meriv gotiye Masî jî masî... Em, Ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk - Bi çavek xwas Gava lê bê nihêrtin- Lê em jî Ji hêlîna xwe ya çande-civakî Ku dûrkevin Ji wan gelek Ne teveltirin. Ez, Ne ˆsaxa hewrê Ne ˆsiva mêwê me Ku bêreh hêˆsîn bibim ji nû ve Ji nû ve reh berdim di axê de. Tu wisa Bi çavekî xwas Bi mantiqekî rût Li sinê min menihêre. Heriya min, Di teˆsta çandekî mêjûyî de Bi hezar salan Hatiye hevîrkirin Û ez hatime patin Di hêtûna Netewebûyîna Gelekî Kevintirîn Û ez Ji Zerduˆst pîrtir Ji sedsaleya xwe Hêˆsîntirîn. Biyanîtî dijwar e, Roza Biyanîtî, Kabûsekî har e, di ser sînga meriv de Û tenyayî Mîna dilopekî xwas Li Okyanûsa Mezin Bi serê xwe: Bê windabûn, Bê fetisîn Jiyîn... Ey tîhna di nav pêlên xwînê de! Meqerime Meqerise Raneweste weˆsekî Bifûre Bikele Meawiqînê gera xwe Haya te Ji te Hebe. Bo welatê xwe, ji welat dûr im Bo welatê xwe cêlî û tenya Bo welatê xwe, Li van deveran tengezar im. Ey olana heyvê Ku niha Leylana wê li Diclê Li Firatê diîse An mîna keçperiyek dileyize Li ser deryaça Wanê Û ey kevirên reˆsî Amedê Ku niha Li ber tava wê dibirise: Hûn nizanin ku dilê min Çawa bi we ve ye, Bi bêriya we çawa davêje Çawa dimerise Ji weˆsê carek. Rozayê! Xweˆskokê ˆSîrînê Hiˆsazayê Li pêˆs vêna min ronahî Di ˆsêna min de, serketina li xwezayê Lê, Bûka yekˆsevîn Ku tevî zavê ranezayê: Ramîse ji ber min ve Bi çavên xwe î kesk î belek Stêrkên me Yek bi yek Û derkeve pêrgîna Rojê Bi sariya sibê Bibêje: - "Ey dostê min î rabirdû Mefera pêˆsbîra me! Tê kengê bibiˆsirî ji me re? Kengê bi me re Derkevî serketinê?" Roza! Dilmiza, evîna min Xweˆsî ˆsahî bo te Rojbaˆs Beyanî be xêr. (c) Rojen Barnas Ji Heyv li Esmanê Diyarbekirê, Invandrarförlaget, Borås, 1983, r. 47-58 Milkê evînê Min milkekî heye li wê deverê Serkaniya evîn û geˆs-asoya xweziyan Karîna jiyana min Bi rik jê dizê. Milkekî diherike û tê Dastan e, ji xewnan vehonandî Milkekî difûre, belê Gewlaz e, ji axîn û keserê Ku hê jî "Qalûbela" Tarîx e li enî û nûsîn e, li bextê me. Milkekî ji navserên li Mûnzir û Agirî Serejêrî Xaniqînê dibe. Gava Roj dibiˆsire li Mahabadê Kerresî digermijin ji kêfa Li dolik û mesîlên di Efrînê, Li wan berwarên Çiyayê Kurda. Min milkekî heye ku lê Her deq-qe Perçeyek min tête kuˆstin di ber da Û jê Her deq-qe perçeyek min ji nû va dizê.